seyrî teqdîrî xuday eḧed

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 2 Xulek  666 Dîtin
seyrî teqdîrî xuday eḧed
ke çon minî kird ẍembar û pêwend
tûşî yarê bûm cwan û nazenîn
be naz û ’îşwe minî xiste bend
beynê pêkewe xoşman řabward
axir lêk biřayn be henasey serd
beynê mamewe be diłxesteyî
şêt û dêwane bê xud û bê xurd
řojê tûşî bûm be meḧremane
le řûy nazewe pêm gut ey diłbend
tu xuda pêm biłê boç wa bê şertî?
bo le řastî min diłit bote berd
bo çî lat xistim ey yarî bê qewl
be lêw bebarî û hem be řengî zerd
boç wa bê wefayt ey perî lîqa
bo wa becarê terkî minit kird?
řencekey minit manendî ferhad
giştit da be bad ey yarî hemderd
to her tê fikire leber xatrî to
ekêştim barî taneyî namerd
nemzanî yara to wa bêbakî
bê min wekû kew, ekey herdawherd
řastim pê biłê řoḧ û gyanekem
bo be tîr minit wa giriftar kird
saḧêb mał nebûm min derḧeqî to
dił û řoḧî xom teslîmî to kird
aramim nebû ne şew û ne řoj
’endelîb asa giryanim ekird
’eşqî to da’îm her le diła bû
her be yadî to wextim ser ebird
bûme nîşaney taney řeqîban
toyş her wek ask ekey berdawberd
meynetî dinyat hemû nîşandam
çarem nemawe cuz lutfî eḧed
hem bê wefa bûy, hem bê beqa bûyt
ne şerit û ne qewl hîçit ser nebird
eme mangêke min tom nedîwe
yar ebê wa bê? nazday bê gerd
to her bizane min çîm beser hat
zeḧmetî zor û derdî serîm bird
ser hełnabřît, le xwa natirsît
her carê nałêy çonî miḧemmedNasnava edebî
axrî kuştit yarî diłsozit
ewendet pê da dax û cefa û derd
wîsałîNasnava edebî biřo ba ewîş wek to
nextê bibînêt mukafatî bed
xwêşt bikujî her bê semere
destit nakewêt ẍeyrî siza û derd