êste wa meşhûr buwe em herzine małî mine

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 1 Xulek  587 Dîtin
êste wa meşhûr buwe em herzine małî mine
nabê kes bîxwa be kullî doste ya xud duşmine
ger kesê bîxwa be ’emden, ya be sehu ew herzine
bêşk î’lanî ekem, ew xoy û ecdadî jine
her kesê ya nefsî xoy ya bê wiłaẍî têy kewê
pêy ełêm dûrbîn nîye, hem dûr le ’eqłe wek bine
ey wîsałîNasnava edebî mujde bê zeḧmet wiłaẍîş têy kewê
çunke hî toye kesê bîxwa cezay ew kuştine