seyrî em lutfe kirdî xudawendî bê nyaz
Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
2 Xulek
669 Dîtin
seyrî em lutfe kirdî, xudawendî bê nyaz
kirdinî be lucney qeza, sê neferî pakbaz
se’îd beg û mîrza eḧmed legeł nûrî yefendî
êste bo em mîllete ewan bûne karsaz
le kesbî me’rîfetda bûne ehlî medenî
her sê saḧêb wîcdanin, her sêkyan bê ḧîrs û az
zyatir bo ehlî ’îlim da’îm saḧîb ḧurmetin
karî ewan saz bika, xudawendî karsaz
ebê mîllet becarê hemû şukirî xwa biken
ke sê nefer le xoman bûne ehlî îmtyaz
lepaş du’ay xêr û se’adet û tureqqî
bende ke ehlî ’îlmim ’erzyan ekem le řûy naz
esbabî jyanî ême buwete ferdetûtin
ebêt merḧemet biken bom dabnên be mumtaz
îtir keyfî xotane bo xuda pêtan ełêm
xotan û şîrî xotan zorim nîye ẍeyrî naz
bendî îstîrḧam ekem lem da’îrey lucneye
feḧsî biken serî’en, boşim danên be mumtaz
eger bê lutfî biken bom danenên be mumtaz
nayełim hîçtan derçin meger yekêktan be şaz
her çend ke ẍerqî gêjî ẍemî qerzî metirse
bote sefîney necat lutfî ehlî îmtyaz
xetmî kelamit bêne, bêşk da’îrey lucne
lutifit legełda eken le qerz ebî serfîraz
hîç ẍem mexo miḧemmed ewan ehlî wîcdanin
me’lûm her sê ferdeket bo da’enên be mumtaz