beynêke

Li pirtûka:
Tirîfey Heɫbest
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  579 Dîtin
beynêke xulyay ḧez û arezûm
sergermî kořî bezim û ahenge
neş’ey aramî derûnî tînûm
wekû tirîfey ser gomî menge.
***
beynêke tîşkî asoye gyanim
egrête baweş zor leserxoye
wekû mindałî, xewî caranim
hemû satêkî piř le oxeye.
***
diłey xamoş û tarîkî dwênêm
řûnake emřo wekû behare
hengaw bo berzîy ser lûtke enêm
najî le diłma nawî pejare.