lem qerye temaşa ke le qesir û le wetaẍî
Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
1 Xulek
587 Dîtin
lem qerye temaşa ke, le qesir û le wetaẍî
nîyeTeksta ne aşkira şarê le cîhanda be mîslî qeryeyî baẍî
şeydaye hemû kes wekû bulbul le cîhanda
bo nêrgisî bustanî û bo ẍunçeyî baẍî
mîzmarî çemenzare wekû xuldî berîne
bem new’e ke pişkûtuwe yekser gułebaẍî
subḧane temaşa ke le mesnû’î îlahî
lem mîweyî şamate û lem sêbî muraẍî
dewranîye perwanesîfet ’alemî dunya
bo meclîsî meyxane û bo şem’ û çiraẍî
em baẍe çu meyxane ke piř bezim û newaye
gwê bigre to yekbar le awaz û kułaẍî
biřwane wîsałîNasnava edebî ke nema nûrî cemałî
sed ḧeyf ke lem baẍe nema şewq û demaẍî
her kes ke le eş’arî to bêt û bibînê
me’lûme dezanê ke eto her qeredaẍî