ela nazir eger ehlî kemałî

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 1 Xulek  452 Dîtin
ela nazir eger ehlî kemałî
temaşa ke le katib çone ḧałî
le xettî řexne megre bê mîsale
bike teḧsînî ger şîrîn meqalî
diłî katib ’eceb ẍemgîne emřo
ke seyîd bo tema’ buwete mewalî
ke dinya lem zemane bo kerane
xusûsen lotî řeng û la’ubalî
ewî ’arîf bê êsta dił melûle
beda’îm kome piştî wek hîlalî
min û to tê egeyn da’îm feqîrîn
biłêm çî kellexałîş buwete walî
feqîrî buwete cibbe û çote berman
emîn bîn taze nabînîn zewalî
be her barê bû telqînman tewaw kird
be yarîdanî lutfî layezalî
be pûlê nayewê dinya ke însan
eger bê xwa bika xêr bê me’alî
lelay her xoşe muḧtacîş be şertê
ke îmanî selamet bê wîsałîNasnava edebî