le min waye eto yarêkî canî

behełeçûn
Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 1 Xulek  576 Dîtin
le min waye eto yarêkî canî
leber çî carê eḧwałit nezanî
’ezîzim bo le yaran bê xeber bûy?
lela xot saqîye, bezmî zemanî
kesê xwa gewreyî pêda le dinya
ebê zû fêr bibê řesmî şebanî
le diłya la neba nuqtey miḧebet
neka yadî řefîqanî cîhanî
ebê gewre biçûkî her le bîr bê
wekû yûsif le ewqatî giranî
temaşa ke suleyman şa çilon bûy
legeł mûrê nezerhayî nîhanî
xisusen to ke nawit şêx letîfNava taybete
biḧmidalilhErebî le dinya kameranî
ebê lutifit le bo emsał û madûn
bibê gerçî suleymanî cîhanî
fiłan kes dostî toye letîfa
be demta naye qet man û nemanî
ḧeqî to wa nîye wa bê legełman
nekey yadî muḧîbbanî zemanî
le şarbajêrî dûrîta wîsałîNasnava edebî
zelîle wa, nîye me’lûm jyanî