ba’îsî dûrîte cana munqetî’ bû xewtinim

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 2 Xulek  530 Dîtin
ba’îsî dûrîte cana munqetî’ bû xewtinim
qet le yadim naçê xoşî ew şewe ta mirdinim
agirî yadî ’ezîzan kewte naw kûrey diłim
her be sanî şem’e da’îm her xerîkî sûtnim
barê îxlasî tewaw û řoḧekem fewcê selam
wa řwanem kird be dyarî, hem le cyatî hatnim
nuqteyî mîhirit le diłda munḧerîf nabê meger
çawî bazit zû be tîẍ bê bo kuştinim
min biłêm çî dił melûle bo mulaqatî ḧebîb
nîme anê îstiraḧet, bê xew û bê xwardinim
wa le ’eşqî řûy to ey enîsî can û dił
cumle cîsmim hełwerî, manendî xepley herzinim
ger xuda meylî leser bê mulaqatit ekem
wer nehatmim zû be zû îbrayî bike gerdinim
min ke daym wêłî seḧram yek dem aramim nîye
coşiş û tabî derûne ba’îsî nesrewtinim
wa be ẍayet dił perêşanim le bo eḧwałî xom
bo xuranî piştî xom, ḧetta nemawe naxunim
min le dêy barê becarê serwet û małim nema
řût û qût û dił be ẍem, mabûmewe xom û gunim
min le bextim ew deme qarim weha lê girtibû
emgut er dozîmewe eybem û enca eycinim
min ke sabîq zor tenezul bûm le eḧwała, welê
wa le lutqî ئێۆەûە nezdîk buwe serkewtinim
sed şukir êsta wîsałîNasnava edebî çake ḧałî řoḧemem
saḧêbî cah û celal û taqe yarî ermenim