ẍerez lem qîl û qale yarî canî
bo mela ’ebdułłay kuřî le silêmanî
Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
1 Xulek
662 Dîtin
ẍerez lem qîl û qale yarî canî
le min ẍafił nebî şam û beyanî
ke çunke her du’ayê êwe eyken
qubûłe lay xudayî asmanî
kesê munkîr be ehlî ’îlme bêşk
ewe her řûřeşe û şeytanî sanî
meken sistî le teḧsîlî me’arîf
mebin musteẍrîqî dunyayî fanî
ke dunya hîç û pûç û bê beqaye
ke ta ser neybû bo kes şadmanî
hezarî tefreda neydanê meqsûd
hemûy kuştin be zîllet ger bizanî
ke we’dey da be her kes bêwefa bû
çîyan lê hat selatînî zemanî
xerîkî kesbî xwanasîn û ’îlme
ewî ’eqłî bibê cehir û nîhanî
ke çon me’lûme lêy weqtê ecel hat
se’atê nada ’îzra’îl emanî
xerîk bin takû gencin bibne mexdûm
newek her małwêranî û hîç nezanî
xotan kamîl biken nuqsanî ’eybe
- - - - - - - - - - -Teksta ne aşkira
temaşa ken le eḧwałî wîsałîNasnava edebî
leber nuqsanî mechûle mekanî