seyrî dewrî çerx û îşî xalîqî erz û sema

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 1 Xulek  663 Dîtin
seyrî dewrî çerx û îşî xalîqî erz û sema
cîn û însî xelq kird dunyaşî kirde sînema
sînema wek sînemay dunya, le dunyada nîye
seyrî eḧwałî cîhan ke ca ebînî sînema
sînemay taze fiřufêłe le la ehlî nezer
to eger ’alîm bî esłen, naçî qet bo sînema
sînema sûdî nîye ẍeyrî zerer bo daxlîn
dax û derdî sînema herwa le lewḧey sînema
sînema û domîne řesmî pyawî herze û ebleye
her kesê ’eqłî bibêt ezanê karî qoře sînema
ẍeyrî wêrankirdinî mîllet le dûla çî keye?
meykedey bê şer’îy û curim û qisûre sînema
şořşî cimhûrî pîroz giştî derhênayn le çał
ba hemû serbest bijî mîllet ke weswasî nema
bogenî cem’îyetî kon ’alemî pîr kirdibû
îmřo cimhûrîyete pak bûynewe, pîsî nema