ew

Li pirtûka:
Tirîfey Heɫbest
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  1040 Dîtin
dîsan xeyałî dûy perîy nîgar
maxolanêtî cê be xoy nagrê
diłî nesrewtî hemîşe lay yar
gilarawêtî, dabîn nakirê
wexte teq bika arezûy bizêw
bo maçî xunçey teřî sûrî lêw.
demêke diłey lasar û wiřkin
aram û oqrey lê hełgîrawe
a lew řojewe ke serincî min
le bejin û bałay ew ḧepesawe
***
le gonay geşî ał û qułpinî
le çawî řeşî kemê şerminî
le dest û pencey řêk û xirpinî
le larulencey leşî cirpinî!
le pawpûzî sipî û goştinî
le nazunûzî zû pêgeyştinî
ke her yekeyan wek pyano, keman
corê awazen bo şî’rî taze
bo ew dîwaney ke bûkî nyaz
îlhamî xozgey destey diłxiwaze