minim huzarî baẍî qeredaẍ

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 3 Xulek  512 Dîtin
minim huzarî baẍî qeredaẍ
sîne sûtawim çun lale perdaẍ
meken men’im le girye û fuẍan
dûrkewtey weten bê wesłî yaran
degrîm mîsalî ye’qûbî ken’an
sûtam çun qeqnes le dûrî yaran
ḧepsim çu bulbul be dawî dulber
xar û uftadem bê yar û hemser
perçem řêḧane řeḧmê ke be min
leser to řoḧim derçû le beden
mecnûn û şeydam be yar û řehber
gelê zelîlim le çołî pişderNava taybet
êsta sakînim le wiłatî alanNava taybet
’aşiqim be řûy yek mahî taban
wek mîsirNava taybet û şîrazNava taybet, piře le xûban
me’waye le bo cem’î ẍerîban
ẍerîbnewazan mexlûqî alanNava taybet
deken newayî diłî ’aşiqan
minim çun bêjenNava taybet feqîr û esîr
damawim ẍerîb bê yar û esîr
minim sergeşte ce wiłatî alan
deřzê suruşkim çun awî baran
witim ẍerîqim le gêjawî ẍem
řoşin ke diłim be sehbayî cem
derûnim le bot piř tab û tebe
diłim talîbî yek maçî lebe
be derdî ’eşqit ’eceb ’elîlim
be bê weslî to xeylê zelîlim
da’îm le dûrît be ahî serdim
be maçî lêwit dewa ke derdim
sînem mîslî dîg ’eceb piř coşe
diłim le dûrît mest û medhoşe
minim talîbî bałayî canan
bê perwam da’îm çun şêxî sen’an
minim saknî qeryeyî bêtûşNava taybet
le ’eşqit sûtam çun agir û pûş
le qeryey bêtuşNava taybet minim bê twêşe
ḧebîba to řût le min mepoşe
minim bê twêşe le řahî ẍurbet
her wek girtimî şeytanî negbet
minim çun qumrî le baẍî germaw
mestim be boyî dû gêsûyî xaw
witim ḧebîba zułifit piř tabe
gerdinit mîslî şûşey gułabe
witim be nazar zułifit şêwawe
witî bo ’aşiq daneyî dawe
ḧeyfê cerîḧî tîrî mujganim
bo le’lî yarim ger perêşanim
řengim zerd le hîcranî yarTeksta ne aşkira
le deştî pişder wa bûm bê qerar
selamit lê bê gułî în gułzar
binoşe bade be awazî tar!
saqî mey têke! meclîs gîrawe
qedî nazarim seru û têr awe
mutrîba lêde le ceqene û ney!
da’îr be saqî, be eqdaḧî mey!
řeḧmê ke ey guł le bulbulî xot!
bosê kerem ke her be diłî xot!
kwêr buwe çawim le dûrît cane
cîsim ze’îfim, ẍerqî tofane
wîsałî êsta wek ’ebdulřeḧîm
xar û nexoşe bê yar û nedîm
le ’eşqî yare çaw be giryanim
çaweřêy wesłî gułî alanim