werin yaran temaşa ken le eḧwałî perêşanim

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 2 Xulek  627 Dîtin
werin yaran temaşa ken le eḧwałî perêşanim
’ecayb zerd û řencûrim le ḧesret nûrî çawanim
diłî mîḧnet zedem emro be derdî ’eşqewe fewta
meger to bî be xêrî xot, bibî cana be luqmanim
birînim zor be nasore, heta emirim deway naye
eger řeḧimit heye nextê, bide xorakî dermanim
heta mawim le dinyada, emin şerte le ’eşqî to
nebim ẍafil se’atê toş bike řeḧmî be fuẍanim
wekû yarêkî muşfîq bî, bipirse carê ḧałî min
ezanî çunke min bo to mîsalî pîrî ken’anim
ebê curmî emin çî bê, be dû zincîrî zułfanit
tenafit xiste ser milî diłî me’sûr û sułtanim
şew û řoj min be ẍeyrî be kullî nabînim hemdem
debê ya řeb hetakey wa, muqîmî kuncî eḧzanim
ke to fermût were ’ebdî minî mil keç be řastewe
desa fermû çîye ḧokimit? emin wek bendî zîndanmî
le xewfî ejdehay zułifit nîye řêy gencî řuxsarit
were lem tirse řahîm ke, ke toy mûsayî ’îmranim
meta’î sebir û aramim be berqî hîcrî to sûta
desa wa fesłî îḧsane, minîş wacb be îḧsanim
wîsałîNasnava edebî boye wek sa’îl hemû dem wa le dergaye
ełê her çake ger carê, qibûłim ka ke derbanim