biłên saqî qedeḧ piř ka şerabî bê eser nabê

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 2 Xulek  550 Dîtin
biłên saqî qedeḧ piř ka, şerabî bê eser nabê
xirîde cam û saẍîr ka le axirda zerer nabê
bida mutrîb le çeng û ney, be yadî dułberî gołreng
le xizmet pîrî meyxanewe îlla mu’teber nabê
werin yaran be diłşadî binûşin xemrî yaqûtî
şukir topî řeqîbî seg îtir xewf û xeter nabê
beharî ’eyşî yarane, le şurbî mey meke teqsîr
werin lem bezme ḧazir bin, heta beynê sefer nabê
beşaret bê dełên dulber ke emşew dête meyxane
bebê gobend û kîf û ’uşret û seyr û nezer nabê
wîsałî dulberan emşew buwe ḧasił le meyxane
nîhalî koşşî ’aşiq bełê qet bê emer nabê
biḧmidalilhErebî le bo însan, nema derd û ẍem û hîcran
muzeyyen bû be guł bustan le bo bulul çemer nabê
le řojî weslî guł fikirin becê bêłn mehî hîcran
ke xurşîd bê le cêgay, çi řeẍbet bo qemer nabê
qyasî perçemî dulber le şikłî ewellî ḧusne
le înnitacî letîfî ew tebî’et bê xeber nabê
çîye şems û qemer?! le çaw ew sûrete yaran
muḧeqqeq qet le dinyada be misîlî ew swer nabê
binoşî شەەدی asayş le pyałey guftî şîrînî
wekû ew şede wa şîrîn le hîç şarê şekir nabê
bibosin le’lî meygûnî, ewe şahî hemû lezzet
hemû emlakî dinyayî be yek bosey seḧer nabê
eger çî zahîren emřo nîye ew lezzete bo min
xumarî em şewem eyç dem welî xałî beser nabê
weha meḧrûmî dîdar û perêşan û perakendem
kesê wek min le dinyada ẍerîb û derbeder nabê
mełên řûy le meyxane wergêřa ke fewta meylî caran
bewełła seydî dił hergîz le qeydî ئێۆە ber nabê
ewende tarîke xaney dił le ḧesret myêrî řuxsarî
wicûdî řoşnî lewda be sed şem’ û fener nabê
wîsałîNasnava edebî çunke muddêke xerîkî xwêndinî ’eşqe
le fennî ’aşiqa hîç kes wekû ew behrewer nabê