ey nesîmî subḧidem bîstûme yar hatote şar

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 2 Xulek  577 Dîtin
ey nesîmî subḧidem bîstûme yar hatote şar
qasdî çatir le to dest nakewê xidmetguzar
heyç meweste ta degeyte berdemî menziłgehî
îştyaq û arezûy zorim bike teblîẍ be yar
pêy biłê zor zor selam û ed’ye xêrim heye
xatrî bo řojî řût beynêke zare û bê qerar
qametî serut numayan ger nekeyt qumrî sîfet
řoḧî şîrînim lela zor tał ebê wek zehrî mar
her wekû perwane bo şem’î řuxt sûtawe dił
mer wîsałî to bika sarêjî birînî zamdar
da’îmen mecnûn sîfet, seḧranewerdî çawî tom
bê nîgahî dîdeyî leyla, ḧeyat lêm buwete bar
bulbul asa da’îmen efẍan û nale û giryeme
wa bizanim bo gułî řuxsarî toye întîzar
řojî ’uzrat ger lejêr hewrî fîraqa dernexeyt
wamîq asa řoḧ le destim derdeçî wek awî par
zor demêke çaweřwanî qasdî pişderNava taybet ekem
ta ’eyan bê sîḧḧetit bo teslyey qelbî nezar
nageh emřo kaẍezêkim hate dest û xwêndimewe
çunke muşe’’er bû be lutfî to fereḧ barî bebar
ba le qe’rî beḧrî firmêska nebim êtir ẍerîq
qet le keştî wesłeket turbîdTeksta ne aşkira meylye bête kar