dił le ḧesret çawî nazare ke wa zarî deka

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 2 Xulek  737 Dîtin
dił le ḧesret çawî nazare ke wa zarî deka
her wekû seyder řeqîbîş dê birîndarî deka
new’î ahûy sir ke esłen def’eye bom nagîrê
wek ẍezaley beř le deştî ẍefłeta yarî deka
mewdetêke win buwe lêm qelbekey ẍemdîdekem
taze bîstûme le baẍa kesbî ’ettarî deka
wa be sehlî têmegen derdî girane ’aşiqî
her kesê bê talîbî bê, zû giriftarî deka
dił weha talîb be qetrey nêw dehanî dulbere
new’î bulbul ta seḧer bo ẍunçe guł zarî deka
ger bibexşê şu’leyê bo dił be çawî merḧemet
sa’eten perwane’asa xoy fîdakarî deka
dił ke mîḧnetkêşe qurban wa feqîr û sabîre
eyîwib asa ḧemd û şukirî ḧezretî barî deka
agirî hîcranî dulber sîneyî kun kirdûm
berqî ḧîrman xwên le çawî ’aşiqan carî deka
êste ger mehcûre le min ẍemzede yarî ’ezîz
ba ’îşî bedkar bibînê ew ke bedkarî deka
her kesê bedkarî îşe ya xuda kwêr bê û zelîl
her wek seg ’aşiqî şeyda le diłdar deka
ey musłimanan wîsałîNasnava edebî şêt buwe bo le’lî yar
her wekû mecnûn le kêwan meşqî azarî deka