ḧemd û supas û şukirî bê ’eded
wefatname
Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
3 Xulek
783 Dîtin
ḧemd û supas û şukirî bê ’eded
bo zatî pakî waḧîdul’eḧed
zatî berîye le çend û le çûn
bê zîdid û cînse, xalîqî bê çûn
zatî qedîme û ezel her buwe
wicûdî yeke û berî le duwe
namaqûłî kird her çî wek nemrûd
le ’esrî xoya xoy kird be mescûd
leser ew fikire serî da le berd
ba cêy seqer bê ebedul’ebed
xudaye tenha bebê çend û çûn
xelqî ’alemî kird be kaf û nûn
le xezney kerem bê řefîq tenya
řizq be kullê zîřoḧê eda
bebê îznî ew karê nakirê
bê îradey ew nabê û namrê
we be’d, biřjê, selam û sełat
bo řoḧî pakî fexrî ka’înat
ew miḧemmedey ser pakî nûre
her kes neyewê le řeḧmet dûre
ya řeb be cahî ew parçe nûre
her çend mucrîmîn, lêman bibûre
hem selamî xwa û dirûdî bêḧed
ledwa ḧezretî zatî miḧimdNava taybet
bo ser al û beyt, esḧabî kîram
hem bo ewlya û ’ulemay e’lam
hem bo tabî’în, heta yum aldînErebî
rizî alilh ’inhim acmi’înErebî
emca bêynewe ser dewrî asman
çon bê sûd serî le ’alem şêwan
çend nakesbeçey kirduwe be kes
çend necîbzadey kirduwe bêdes
çendî bem dinya kirduwe meẍrûr
çendey muḧtacî kirduwe řencûr
seyrî ke çî kird çerxî çepî waz
řîşey ’alemî derhêna be gaz
welê ew zułmey ke kirdî le min
le hîç kes neykird le îns û le cîn
bo zererlêdan gerdûnî exzer
birincî êmey kirde ser defter
seyrî gerdişî xeřekî dewran
dunyay çilon kird perit û perêşan
e’la ebate derecey edna
edna ebate derecey e’la
zahîr duşminî şer’î mubîne
da’îm xerîkî fewtaney dîne
esef bo kesê lem dîne cwane
layda becarê, çû bo meyxane
ẍeyrî mîlletî îslam le dinya
hemû geyştine payeyî e’la
zyatir temaşa le kurdî bedbext
her kes girtûye řêgeyekî sext
kurd leber kîne û ḧesed û nîfaq
qet řê nakewê boyan îttîfaq
eger xwa ḧez ka awa destubird
pêşkewtin nabê bo tayefey kurd
înqîlabî çerx, bê curim û tawan
serî le îslam becarê şêwan
wa têkeł buwe řastî be nařast
lêk hełnawêrîn wek doşaw û mast
be qewlî eseḧ ’ulemay e’lam
edeb û ayîn, mezhebî îslam
zyatir nebuwe le ḧeddî çwar
ke çî êstake geywe be hezar
emeyş negbetî îslam û kurde
têyîşî nageyn bem destubirde
ey kurdî hejar to ke kem řewtî
řêgey řast bigre lade le çewtî
eger řast neřoyt nageyte menził
axir eçeqît lenaw aw û gił
qet tefre mexo be çerxî kecřew
řojî řûnakit lê eka be şew
řastî wîsałîNasnava edebî bê fêł pêt ełê
lem qîl û qale diłit hîç nełê
neybuwe lebo hîçkesê wefa
to be umêdî bibînî sefa