werin tê fikirin le dewrî zeman

wefatname2
Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 8 Xulek  559 Dîtin
werin tê fikirin le dewrî zeman
çend xanedanî kirduwe małwêran
ne enbyay hêşt ne ewlyay dîn
ne padşahan leser řûy zemîn
ey dad le zułmî zemaney bê po
hezar wek minî kirduwe řenceřo
mayey małim û serwetî cîhan
gîskêkim hebû řeşî bê nîşan
ewweł le małî ḧacî eḧmed bû
çunke cwan bû, her çawî bed bû
nufûsî pîs bû wa karî lê kird
małî minîş û xoyşî wêran kird
wextê řwanyan le ḧewşe û ḧesar
zatî gîskeřeş wa nîye dyar
axrî zor geřa ḧeme małewmał
her wek derwîşê ke bigrî bo swał
lebo gîskeřeş bîdozêtewe
ke dozîyewe, bîhênêtewe
îtir be xoyî û be hozîyewe
zorî bo geřa neydozîyewe
ledwa me’îwis bûn, gutyan win buwe
axo gurkî çerx bo kwêy birduwe
le mewtînî xoy çerxî keçřeftar
derbederî kird be řenc û azar
ew karey gerdûn legeł minî kird
xesrew le ferhad ew zułmey nekird
beynê gîskeřeş win bû bê eser
dił kewte gêjî deẍdeẍe û xeter
ẍemî gîskeřeş her le dił mabû
řojê le nakaw şexsê peyda bû
wek xizrî zîndey mubarek eser
ew şexse çake be minî da xeber
gutî mijde bê mawe gîskeřeş
diłim wekû guł bew mujde bû geş
çemîbû bałam wek xemî goçan
şêt bûbûm wekû mecnûnî kêwan
mujdey nesîmî gîskeřeş engut
ẍunçeyî diłim wekû guł pişkût
sed barekełła kakî mujde xweş
xwa le řeḧmî xoy neman ka bêbeş
pêm gut le kwêye biray dinya û dîn
ew gîskeřeşey cwan û nazenîn
gutî ẍem mexo bibe bê xeter
wa le genkêye mebe bê xeber
le meřî ḧacî meḧmûdî genkê
wa qełew buwe řonî lê etkê
îtir wek ’etrî gułî wenewşe
mêşkî piř kirdim ew mujde xoşe
ke bom me’lûm bû gîskeřeş mawe
supas bo xuda ke nefewtawe
gutim ew gîske kewa le genkê
ba bimênêto bo xêrî nenkê
’eceb şikłêkî hebû gîskeřeş
wek şikłî perî cwan û muneqqeş
awrîşim řeng bû mûmî endamî
askî germyan eykird ẍułamî
cîlwey ḧerîrî mûyî tabdarî
her wek perçemî turk û tatarî
wextê eybařan le kêw û sara
şebîhî dengî nazdarî xeta
fesłê ekewte şîrîn kelamî
’alem têr ebûn le ’eqił û famî
herwek qemernaz, naz û nazdar bû
xeraman sîfet be lencewlar bû
şu’ley giłopî herdû çawanî
wekû estêrey berî beyanî
demî wek sedef piř bû le gewher
saḧêb piřtew bû wek şems û qemer
şaxekanî řast řengî wek meřmeř
wek şaxî tacî şahî eskender
řuxsarî cwan û saf û bê keder
her wek şorabê be awî kewser
simî řeş û saf wek bîcade cwan
sîfet awêne le dûr eyniwan
êste bîstûme fewtî fermuwe
řoḧî şerîfî bo cennet çuwe
te’rîx hezar û sê sed û heşta
zatî gîske řeş derçû le dinya
çunke mirdinî le ẍurbet buwe
ecrî zor gewrey be nisîb buwe
matûł ew zate lewê mirduwe
teklîfî şer’î leser laçuwe
daxî giranim bo to gîskeřeş
le xoşî behar kewa bûy bêbeş
xozge dewłetî fereng û îngilîs
legeł tayefey cûlekey xebîs
hem emrîka û řûs û řûsya
fewt bibûnaye pakyan le dinya
emma gîskeřeş to bimaytaye
xoşî beharit le kîs neçwaye
ḧeqîqet behar řengîn û xoşe
sara piř guł û lale û wenewşe
ca çe fa’îde beharî řengîn
gîskeřeş bê to çołe serzemîn
gîskeřeş wa to le dar alfinaErebî
řîḧletit fermû bo dar albiqaErebî
gîskeřeş xot çûyt bo mêrgî beheşt
ẍem û esefit bo min becêhêşt
bê to gîskeřeş yarî bawefa
taze bo çîme ḧeyatî dinya
gîskeřeş ḧeyfê didan mirwarî
lezzetit nedî le gyay beharî
ey ca min çibkem bê to le dinya
meger wek mecnûn biçim be kêwa
bê to gîskeřeş emin le dinya
çon řabwêrim be seyr û sefa
derçû gîskeřeş le dinyay fanî
esef bo xułq û řewştî cwanî
daxî gîskeřeş dernaçê le dił
hetakû laşem neçête jêr gił
zînet bû lebo genkê û sincełê
boye wek menceł dił boy ekułê
şikłî wa cwan nabêto taze
boy bigrîn ey gel zor bê endaze
serok mêgel bû lem nawe nawe
ře’îs neqabe le her çwar lawe
saḧêbî maf bû, bûbû be beşdar
lebo cînsî xoy amîr û serdar
lebo miskîn û fellaḧî dilêr
bo herdû layan bûbuwe sikirtêr
cehdî zor ekird lebo pêşkewtin
ḧetta neymabû xwardin û xewtin
heta ew mabû her xoş bû dinya
wextê ew nema ’alem lêy şêwa
ey me’el’esef lebo zatî wa
ke emrê û eřwa eçête fena
aliḧkim lilh,Erebî matûł mirdibê
qeza û bełakey ḧacî birdibê
feqet ḧacî gyan toyş her be hewa
mełê gîskeřeş mird qîrî sya
emîn be ḧacî xwênî gîskeřeş
nafewtê her wek xwênî syaweş
nesîḧetgo bû bo dêhat û şar
bê me’aş bûbuwe wa’îzî seyyar
ta zûyşe ẍemî ḧałî xot bixo
mełê ełêy çî de heřo heřo
hezar şellatî û cûlekey řûřeş
eykem be qurban kilkî gîskeřeş
gîskeřeş eger bo min bimaye
heta qyamet ebuwe desmaye
ger nemirdaye her bo yadgar
ebuwe nimûne lebo řozgar
wa pêtan ełêm xwênî gîskeřeş
nabê bifewtê ey biray serxiweş
ger ełê zore pêm nadrê zerer
ba biraderan bibne yarîder
çunke yekêtî wa le beynaye
zerdî yekê hî hemû laye
min leser ḧeqî xomim kake gyan
cêbecêy biken êweş hemûtan
mełên hîç nadeyn zore ya keme
kake açûẍe qapî meḧkeme
ca le herdû la zû me’lûm ebê
lebo em ḧeqe kê meḧkûm ebê
emca mîslî xoy yaxud qîmetê
xwênî zatî wa çilon efewtê
ca muxeyyer bin êwe lew duwe
de cêbecêy kem hetaku zuwe
wîsałîNasnava edebî bêne xatîmey kelam
mecbûrin bîden xwênekey be ’am
wîsałîNasnava edebî besye mebe diłgiran
xwa nayfewtênê ḧeqit bêguman
to her natewê ḧeqit deskewê
destit ekewê lêre ya lewê
gileyî meke le çerxî zeman
hezarî wek toy kirduwe sergerdan
ger lutfî bibêt xuday asman
be taqegîskê nabê sergerdan
her çend gîskeřeş mayey małit bû
wicûdî mayey xoşî ḧałit bû
beła ẍem mexo, xuda mennane
saḧêbî ecir û ceza û îḧsane
sabîr be leser em musîbete
sebir lay xuda zor be qîmete
emîn be lay xwa qeyde le defter
bo to nabête mayeyî zerer
ceza yek be de, nessî qur’ane
ta yek be ḧewtised leboy biřwane
wîsałîNasnava edebî îtir mekewe pele
xwa laysilErebîy ’imayfi’ilErebîe
yařeb sa her çon derman eçwênî
ebê legełman řeḧmet binwênî
karê wa nekeyt, îblîsî le’în
îmanman berê û bê îman derçîn
lutifit yawer bêt bo êmey yetîm
zeferyab nebêt, şeytanî řecîm
řazîn be emir û fermanit xuda
be îmanewe derçîn le dinya
her çend gîrodey nefis û şeytanîn
welî muḧtacî řeḧmî řeḧmanîn
řeḧmetî zore xuday zulcelal
namanxate ser řêgeyî zelal
be kwêrî çawî îblîsî le’în
selbî îmanman naka be yeqîn
’ezabman nada be narî seqer
leber xatrî alî pêẍember
min xom ezanim ẍerqî gunahim
be ẍeyrî xuda nîye penahim
her çend muznîb û hem řûsyahim
wa her çaweřêy ’efwî îlahim
wîsałîNasnava edebî zûke bo îslaḧî ḧał
tobeye bike lay xway layezal
weha xalîs bê tobeket be dił
takey her kerî bo nabî ’aqił
’ewde nebyewe bo şermesarî
bipoşî bergî xecałetbarî
ta be lutfî xoy qibûłit bika
be cennetî xoy diłşadit bika
her be nezanî le dinyay fanî
řîşt sipî kird, be xot nezanî
bê ’eqił takey wîsałîNasnava edebî bese
’arîf be ’arîf ḧerfêkî bese
hezar û sêsed heştayî hîcrî
bo wextê fewt û te’rîxî ’umrî
kitêbî wefatnamey wîsałîNasnava edebî
xatîmey hêna řeḧmet le qebrî