ewa bot hat kełeşêrêkî mil řût

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 2 Xulek  521 Dîtin
ewa bot hat kełeşêrêkî mil řût
leboy peyda ke cinsî bibne hawcût
heta zû yarî bo saz key, direnge
newek swêy bêtewe bêçare bê cût
le ẍurbetda eger bimrê bebê cût
hemû obałekey ew dête estût
’eceb cinsêke ḧeyfe towbiřaw bêt
ke lahûtî bû xwa hênaye nasût
lebo zînet hełî bigre zemanêk
dirûs bo pêy ke pawane le yaqût
ḧeqîqet bařey ew dunnel bilûẍe
feqet bo şeř ’eceb çalak û mezbût
lebo duşmin ’eceb demgerme bo şeř
eger bîbêt beda’îm xwardin û qût
kilîlî şêre bo meydanî e’da
beşertê neydeye ber tîrî tanût
mubarîz nawêrê boy bête meydan
ke her çî hate meydan kirdî nabût
bebê pirsyar egêt bê ferq û endêş
bi’eyne mîslî qewmî ḧezretî lût
meyêłe ba nefewtê her bimênêt
ke manî quwete bo dest û bazût
be zeḧmet lem wiłate cinsî ew bêt
meger cûtê le şam bê ya le bêrût
tewaw nabê behay ew şikłe ḧetta
be baẍatî diřîy û qamîş û berzut
řewaye çawezarî bo binûsît
ke da’îm zînete bo ḧewş û xanût
wîsałîNasnava edebî besye medḧî dwayî nayet
eger bêłn heta exrête tabût