bom weha me’lûm buwe êsta le la ehlî selef

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 1 Xulek  496 Dîtin
bom weha me’lûm buwe êsta le la ehlî selef
nîne esłen zeřřeye namûs û keremîTeksta ne aşkira naxełef
kullî cinsê seyrî ke talîb be cinsî xoy ebê
to welî ger cinsî xot dî, zor exoy zehrî esef
îttîfaqî ehlî şar cem’en leser em qewleye
kes nîye êsta le dunya wek cenabit bê şeref
bîstibûm kezzabî to, lakîn lelam tesdîq nebû
çî ke êsta dengî dawe kîzbî to wek dengî def
tefreyî ’alem wekû min zor edey ey bê edeb
xo be zêř enwênî ewweł, derdeçî axir xezef
bo wîsałîNasnava edebît tefreda hey ger ---Teksta ne aşkira min deydemê
zahîren nîme ełêy, batîn edey behrî ’elef
keryetî to waye ladêyî, ełêy cem’en kerin
çunke bo xot zor kerî boye le dîn bûy bê teref
men’îşt nakem kewa êstake bûy be fermeson
bê nimaz û řozû emma dînî xot dawe telef
min ẍemî xotim nîye kafir ebê çawit derê
xewfî tullabî tirim zore bibin wek to kenef