ger xewarîq bê mezey ḧelwa le biřwêşa heye

Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 2 Xulek  543 Dîtin
ger xewarîq bê, mezey ḧelwa le biřwêşa heye
řewneq û bonî xudadozî le derwêşa heye
ger be sozî sefwetî dił yadî mewla bête pêş
bê şik û şubhe ke te’sîrî le hûkêşa heye
ferqî nêr û mê le lay ehlî nezer muşkîl nîye
bê nezer cehlî le teşxîsî pes û pêşa heye
waqî’en řesmî řyazet şerte bo ehlî terîq
bo yekê qismet le şaney şehdî bê mêşa heye
ger nifûsî ewlya bêt û mededkarî bika
ḧemlî ew bare le quwey qatrî řêşa heye
ger be te’lîl û te’ellul nefsî serkêş bê mutî’
terkî bedxoyî le kelley espî serkêşa heye
xak û duř yeksane lay erbabî ’îşqî me’rîfet
gewherî şahî le řeşke û barî kakêşa heye
hîmmetî mewla bibê, kîseł be teyyare ega
ger nezer bê sur’etî nejdî le gamêşa heye
ger fina fî alilّhErebî le bo şexsê le ’eşqa des bida
neẍmeyî bulbul le bałî zergete û mêşa heye
nî’met û cahî celalî pîrî sabîq bête pêş
sûretî têrî le řûdey xełwet endêşa heye
muxteser esbabî fîsq û neqsî qanûnî selaḧ
řêy le qanûnî seḧîḧ û mezheb û kêşa heye
dił ke meşẍûłî xuda bê êş û nêşî mexfîye
lew meqame ḧał eger bê, qelbî bê êşa heye