be îma dwêşewê bała nemamê

Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 1 Xulek  320 Dîtin
be îma dwêşewê bała nemamê
newîdî dû şemamey zerdî damê
be řesmî tehnyet fermûy peyapey
lebo min lêde mutrîb çen meqamê
were saqî be yadî çawî mestî
dexîlit bim be gerdiş bêne camê
diłî mîḧnet zedem mesrûre emřo
be ummêdî xełatî xoş xeramê
biłên bew şoxe neşkênê be naḧeq
qerarî dwê, be ’eqłî natemamê
gelê neqse le baẍî sełtenetda
leser dûbey dił azarî ẍułamê
heta key naryaNasnava edebî fîkirî betałit
hetîw peyda ke bo xot ’eqił û famê