nefes semtûre sînem saz û dił ney

Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 1 Xulek  1876 Dîtin
nefes semtûre, sînem saz û dił ney
ḧîkayet xwanî dûrîy ton peyapey
be zîkirî to wekû sofî hemîşe
meqamatî fina fî alilّhErebî ekem tey
çi şîrîne legeł şehdî ḧizûra
le to xende û le min awazî oxey
eger sayey serî to bê be tacim
çi muḧtacim be tac û efserî key
ẍezel qet nabřê hergîz be bałat
dezanim bo kewa mayl be taqey
le meyxaney xeyałî şewqî toda
be neş’ey yadî to dił meste bê mey
le ’eksî bade saqî wa le meyda
qedeḧ fincane aza têke sa dey
le wişkî wa nemamî baẍî nezmim
be pûşî řîşî sofî bû şikofey
beser çû dûr le to, baẍî xeyałat
ne bûnî ma, ne bonî ma, ne ẍunçey