be ah û nałe meşẍûłim le neẍmey saz û tarim çî

em şî’rey bo şêx meḧmûdî ḧefîdzade narduwe le 1931 ta 1933 le nasrye destibeser buwe
Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 2 Xulek  786 Dîtin
be ah û nałe meşẍûłim le neẍmey saz û tarim çî
esîrî mîḧnet û derdim le seyrî newbeharim çî
legeł xarî ẍema cûtim, le ’eyşî gułşen azadim
nexoşî derdî hîcranim, le xoşîy lalezarim çî
le payey girdî seywanî fîraqit bê newa mawim
le naz û nî’met û genc û meta’î ehlî şarim çî
meḧelley goyjeNava taybety şewqim seraser pakî wêrane
le keyf û suḧbet û seyran û çeşmey serçinarNava taybetm çî
bebê tozî řîkabî to, ke çetrî xesrewî ser bû
le textî mesnedî dara û tacî şehryarim çî!
bebê sayey wicudî to, ke sermayey ḧeyatim bû
le saye û sêberî şimşad û serwî coybarim çî!
bebê şem’î cemalî to ke perwaney diłî min bû
le şu’le û şe’şe’ey benzîn û meh xurşîd û narim çî
heta çołî byabanî fîraqit mał û me’wame
le seyrî qesrî şîrîn û le eywan û telarim çî
murîdî mîḧnet û derdim, ẍemî to pîr û mewlame
le mirqey sofî û hawar û cezbey tobekarim çî!
le lewḧî sînema, ta qametî elifit xeyałim bê
le «fê û řê û şîn»y menziłî bê yar û tarim çî
tebîbim ẍem, cefa hemdem, elem hem qûte hem merhem
xerîkî şîwenim dem dem, le řenc û ẍem gusarim çî
ke bo min derdî dûrîy afetî řoḧ û ser û małe
le şor û lome û fîtney zemane û řojgarim çî!
be pîrî dił şiksitî tekyegahî çołî «pîran»m
le zîkirî pîrî hewramanNava taybet û beḧsî şalyarNava taybetm çî!
ke min ẍerqî zirêbarî ẍemî to bim le bêlûNava taybetda
le nałe û şîwen û derd û ẍemî eẍyar û yarim çî!
medîney nasryeNava taybety dił be yadî to ke awaye
le me’mûrey ’îraq û turk û çîn û qendeharim çî!
witî nefsim! be xizmetçî qibûłim ke, witî: hey dey
le xizmetçî seg û mel’ûn û pîs û nabekarim çî!
legeł bed esłida wek ew, netîcey ulfet û meyle
ke wa bê min le ma’îl bûnî mar û gurge harim çî!
biłê narîNasnava edebî le kuncî mîḧnet û ẍemda heta mawî
bebê «bazî fereḧ» axir le seyran û şikarim çî