bo çawe şînekanî

Li pirtûka:
Tirîfey Heɫbest
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  1583 Dîtin
şî’rî şîrîn
bo çawî şîn
gelê pirsyarî hêştewe
bebê weram
ewey neda be destewe
tewaw bê lam
wekû meram.
êstaş honrawey mebestim
ewey negeyande destim
ke min wîstim
çawşînekey xoşewîstim.
leser cêy dax
bebê xewî
şewgarî ax
wek zor şewî: firîştey şî’rî «mewlewî»
çawanim piř
le eşkî xuř
eřjane ser
peřey defter
hetawekû şî’rê danêm
morî çawî şînî pya nêm.
naxî derûn
mat yan zebûn
leber baregay şî’irda
zorcar wenewzî way eda
ke ta jyan
mijdey beyan
dyarîy neka!
firîştey şew
dêřê şî’ir
bo çawî ew
be min neda
hetawekû şî’rê danêm
morî çawî şînî pya nêm.
em lam ekird
penam bo xway cwanî ebird
bo qubey şînayîy asman
dinyay îlhamî lay ewan
bo tirîfey mangî samał
baregay eşqî hezar sał
penam ebird
bo estêre
şî’irim bo bênête êre
hetawekû şî’rê danêm
morî çawî şînî pya nêm
ne min, ne estêrey şîrîn
ne efsûnî penhanî jîn
nemantiwanî bo çawî şîn
şî’rê be dyarîy binêrîn!
***
şî’rî şîrîn
bo çawî şîn
le hełbestî mina ejîn.