şeşderî lê bestûm wek cerdeyî yûnan diro

Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 1 Xulek  540 Dîtin
şeşderî lê bestûm wek cerdeyî yûnan diro
ta nega destim be řomî ’efwî bê payanî to
řûsî bê şertî ke wa girtûye mułkî dił nema
bo lebî salarî efkarim mecalî giftugo
key debê ’aciz le seqrî xesrewî saḧîb şikar
ger xîlafê řû bida carê le bazî destemo
nukteyî barîk û me’lûme le bazîgahî şa
ba’îsî matî û zebûnî baz û tuẍyanî heło
darî bed ’ehdî dezanim xarî serdî badye
bê lebî ’îşret le mey soziş le ney dê co be co
bê hucûmî seylî ’efut defterî ’ehdî wefam
key be sed zułmet syahî dête pakî û şistuşo?
qet legeł ’ulwî meqama, ’aczî ta ser nîye
’asman, bariştî gahê, terzeye û carê gezo
metłebêkî ḧîkmet û bê nukteyî saḧîb gunah
bêne ser babî şefa’et bê wesîle, xo be xo
narîNasnava edebî ger gerdî ẍem emřo le dił tahîr nekey
wek birînî kone zamî sextî mîḧnet dête so