ey şehenşahî şikohî ’îzzetî řûyî zemîn
mediḧ û sitayşî pêẍember
Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
3 Xulek
1936 Dîtin
ey şehenşahî şikohî ’îzzetî řûyî zemîn
gewherî tacî řîsalet, şemsî burcî murselîn
zînetî nûrî nibuwet, tacdarî mułkî dîn
metle’î subḧî se’adet, mezherî sîdiq û yeqîn
ey supasalarî fewcî enbya û muřselîn
ey şewî esra melek xuřřem le bo ahengî to
’erş û kursî bû be text û mesnedî ewřengî to
gułşenî cennet xecałet ma le cîlwey řengî to
bo newaziş zatî ḧeq hem suḧbet û hem dengî to
şahîdî te’zîmî to bû, şatrî ruḧ al’emînErebî
piřtewî bedrî cemałit, şem’î cem’î enbya
zînetî ḧusnî kemałit sozî şewqî ewlya
gerdî ne’leynit bełê řewneq şikênî tûtya
mîşkî tozî damenit ’etrî demaẍî etqya
ye’nî bo te’sîrî bînş ’eynî surmey xakbîn
min geda û bê newa, toş xawenî genc û kerîm
min nexoş û bê dewa, her toy dewa bexiş û ḧekîm
çî le hengamî ceza kem, bê hewa xwah û nedîm
řû le kwê kem ẍeyrî to, ey şaf’î zumrey esîm
min gunahbar û xecałet, to şifî’ alimzinbînErebî
ba bikem şîwen le daxî baxî ’umrî bê semer
deste’ejno dabnîşim wek hetîwî bê pider
ba be eşkî dîde teř kem xak û xołî řaguzer
xo le quř bigirim be carê her le pê ta tewqî ser
bełkî lutfî şahî lewlak bê necatim da le şîn
şermezar û serifgende û ẍafił û dêwane xom
bê şu’a’î me’rîfet, bê nûr û bê perwane xom
ey be řîswayî le kûçey şarda efsane xom
musteḧeqqî tîr û taney aşna û bêgane xom
wacîbî řeḧmim be sê ya riḧimitً lil’alemînErebî
burdebarî destî nefsî kafrî emmare xom
bê zexîre û zadî řêgey axîret bêçare xom
řût û qûtî meḧşer û bê saye û aware xom
deste paçe û řû syah û ’aciz û bêkare xom
bê be firyadim lewêda ya dilîl alimcirmînErebî!
min ke meşhûrim be meḧkûm û mutî’î nefsî şûm
key be ummêd û xeyałî î’tîbar û abřûm
qet le xermanî îta’et yek qedem pêşo neçûm
êste min qani’ be xoşey ayetî latqintiwaErebîm
mezre’ey ’efwî xuda nabê bibê bê xoşeçîn
bê nesîbî ke’betułła û tewafî xakî xom
dûr û bê behrey medîney xakî ’enbernakî xom
ey esef meḧrûmî zumrey ḧezretî lewlakî xom
ḧesreta meḧrûmî şehdî zyaretî şebbakî xom
bo neřêjim eşkî ał û awî germ û ateşîn?
ger segî dway fewcî xasanî xwayî kewtuwe
yanî derbarî derî esḧabî kehfî girtuwe
ew le cennetda muqîm û min le dozexda buwe
ey ḧebîbî xalîqî ’alem tereḧḧum ta zuwe
ew segî esḧabî kehif û min segêkî tabî’în!
naryaNasnava edebî amade be nizdîke hengamî sefer
menziłit dûr û dirêj û çołe řêget piř xeter
ta bekey ẍefłet nişînî xakî, ey xakit beser
řû le řewzey mustefa ke bêje ya xîr albişirErebî
nîme twêşey řêgecuz îxlasî alî tahîrîn