her dû ẍezelî tahîr û ’îzzet ke leber kem

Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 2 Xulek  423 Dîtin
her dû ẍezelî tahîr û ’îzzet ke leber kem
şaysteye ger efserî ’usmanî leser kem
ger şehdî xeyałatî demê bête nezaret
layq eweye, terkî mey û şîr û şeker kem
gerçî le wiłatî ’ecema sakînim emma
biřwa meke min qet be ’elîNava taybet sebbî ’umerNava taybet kem
şermende û řûzerd û ser’efgendeyî dergam
men’im meke lew qîble, eger serfî nezer kem
bê gerdiş û aşûbî zemane be ḧeqîqet
mumkîn nebû, terkî edeb û neqsî huner kem
emma ke řeqîbim be hemû leḧze felek bê
me’lûme debê dił le ẍema serfî zerer kem
texsîrî min û leşkirî bexşayşî tebi’it
şeřyane welê mesłeḧetim waye ḧezer kem
ẍufřanî wekû baye, wekû gyaye gunahim
çon nuxte muqabîl be esed gurgî lecer kemTeksta ne aşkira
bê ’eqłîye bo min le nezer ’eskerî řûta
basî ẍelebe û keşmekeşî fewcî qecer kem
behbeh çi newîdêke eger bêt û biłê min
îḧsane le texsîrî, be dił serfî nezer kem
narîNasnava edebî ke diłî tahîre wek camî sikender
ḧusnî nîye dił hemdemî enwa’î xeter kem