wek řûdî berî dûřuweye çeşmeyî çawim

Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 1 Xulek  350 Dîtin
wek řûdî berî dûřuweNava taybetye çeşmeyî çawim
wek sozî diłî şêxe, kizey cergî biřawim
meşhûrî hemû ’alem û afaqe ke wa min
sewdazedeyî ’îşweyî turkanî řezawNava taybetm
turkê ke be zorî nezer û naz û girêşme
birdûye qetarî xîredî yeẍme kirawim
ahû řewşê, ẍemze firoşê, be nezaket
pirsî le ’eqîde û řewş û mezheb û nawim
pêm wit: ke le zumrey xedemî ’aşiqî řûtim
bo mîhrî řuxt, mayl û muḧtacî hetawim
muḧtacî derim, talbî dînar û direm nîm
ẍembar û birîndarî diłî taze biřawim
narîNasnava edebî le derî ḧezretî meḧmûde temennay
dermanî ’îlacî diłekey taze dizawim