wek řûdî berî dûřuweye çeşmeyî çawim

From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
 1 minutes  351 views
wek řûdî berî dûřuweNamed-Entityye çeşmeyî çawim
wek sozî diłî şêxe, kizey cergî biřawim
meşhûrî hemû ’alem û afaqe ke wa min
sewdazedeyî ’îşweyî turkanî řezawNamed-Entitym
turkê ke be zorî nezer û naz û girêşme
birdûye qetarî xîredî yeẍme kirawim
ahû řewşê, ẍemze firoşê, be nezaket
pirsî le ’eqîde û řewş û mezheb û nawim
pêm wit: ke le zumrey xedemî ’aşiqî řûtim
bo mîhrî řuxt, mayl û muḧtacî hetawim
muḧtacî derim, talbî dînar û direm nîm
ẍembar û birîndarî diłî taze biřawim
narîPen name le derî ḧezretî meḧmûde temennay
dermanî ’îlacî diłekey taze dizawim