xezanî hîcrî to bû ey esasî ’îziz û temkînim

bo şêxekanî tewêłe û byare
From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
 2 minutes  908 views
xezanî hîcrî to bû, ey esasî ’îziz û temkînim!
şiksitî da be baẍatî, xeyałî qelbî ẍemgînim
nema tertîbî elfazî me’anî bo kelamî min
desa çî bikem le baẍî ḧusnî bê asar û perjînim
ẍezel bawî nema, bê mişterî ma, her wekû teqwa
beser çû řewneqî bazařî nezmî şox û řengînim
le ẍeyrez to nebê, ey xusrewî mułkî me’anî kê?
demê bêt û temaşa ka le şêwey şî’rî şîrînim!
kelamim xałîye, wek mencełî małî mela îmřo
le pêxorî me’anî, boye wa bê wezi’ û teḧsînim
bilûrî dił şika, wek camî mey, fikirim řija wek mey
nîşaney diłişkawîme, siruşkî ałî xwênînim!
murîdî ’îşqî to, girtûyeto, bo zîkirî to, bê to!
dûsed tesbîḧî sed dane, le daney le’lî esrînim!
be yadî lezzetî hencîrî lutif û şehdî elfazit
xerîkî ḧîfzî sûrey neḧilArabic û ayatî waltîّyinArabicm
mela amade bê wa çake her wextê beser sermo
esîrî hîcrî tom û her nefes muḧtacî yasînim
le ḧelqey fewcî derbanî ’ela’eddînî ’usmanî
qibûłî xatrî pakî zya’ aliḧqî û aldّyinArabicm
be şertê dewłetî lutifit ḧewałey ḧałî narîPen name
be dił bêbak û musteẍnî le mułkî çîn û maçînim