le mîwey wişkî payz şahekem hoşt be pîroz bê

bo şêx ’usmanî sîraceddînî narduwe bo dûřo
Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 1 Xulek  581 Dîtin
leser paketeke emey nûsîwe:
le mîwey wişkî payz şahekem hoşt be pîro bê
ebê beşman binêrî ba beser şanî beşîro bê
deqî namekey:
şitêkî nefsî xotim bo binêre
heta bîkem be surmey dîde lêre
welew desmałî pencey pakî to bê
weya pelkî le çakî çakî to bê
weya gerdê le surmey xasî çawit
weya ’eksê ḧîkayet ka le nawit
weya nuqłê le neqłî lêwî to ka
beyanatê le mîwey lêwî to ka
weya yek dane qawey piř meze û tał
weya yek dane sêwî nask û ał
weya yek dane qezwanî be şînî
muşabîh bê be xałî turkî çînî
weya yek dane keşkî çakî kurdî
be lezzet nadir û mayl be zerdî
weya misqałe mîskêkî xeta bê
weya yek qetre ’etrêkî dewa bê
eger mumkîn nebû denkê lemane
emin řazîm be tozê řazyane
ke dił piř êş û noşî derdî dûrîm
perêşanî fîraq û bê sebûrîm
hetakey naryaNasnava edebî şoxî be pîrî
leber çî çû le des, qanunî jîrî