dił bebê to maweto bê şewq û nûr

bo şêx meḧmûdî ḧefîd
Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 1 Xulek  524 Dîtin
dił bebê to maweto bê şewq û nûr
’aciz û mat û ḧezîn û bê sirûr
ḧeyfe qesrî to bimênêto bebê
nezim û guftarî ẍułamî bê qisûr
wa le serma bê ḧewasîy bê qyas
wa le diłma ẍem, be xerwar û kilûr
řewneqî awazeyî bulbul nema
wa le bazařî řewaca lûre lûr
pirçî derwêşe, be dem bawe eřo
her wekû pûş û pełaşî şarezûr
mêzerî şêx û mela bo zîkirî mewt
bû be ałayî mezaran û qibûr
řojî ’eqił û fehim û ’îlim û danşe
nek xeyałatî piř û pûç û ẍirûr
kuşteratî xiste baẍî me’rîfet
tawe terze û badewey fîsq û ficûr
qîmetî ’îlmî mela wek gałe tał
wa şikawe serbeser naçê be tûr
dewłetî wêraneyî êrane wa
cîlwe ara wek zemanî selim û tûr
bû le bo îmdadî feyzî eḧmedî
bê nifûze, xerqe řeş, ya mîrî sûr
wa be badey mîḧnet û derd û sitem
sed diłî dana şika, her wek bilûr
şane bo sofî ebed lazim nîye
mêzerî nawê mela, ta nefxî sûr