ey padşehî memleketî xełwetî ḧizûr

bo şêx ḧîsameddîn
Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 1 Xulek  709 Dîtin
ey padşehî memleketî xełwetî ḧizûr
qutbî medar û merkez û meqsûdî xwar û jûr
darayîy tacî mesnedî îqlîmî me’rîfet
dana be sozî diłî ’aşiqanî dûr
her wek meqamî ’îzzet û îdarkî pakî to
ḧusinit le çawî munkîrî napakî bed be dûr
çon bû pyadeyî şahî řuxt nîsbetî nebû
mawim le małî kulbî ẍema ta be nefxî sûr
’arîf ke kake şêxe be ewza’î ḧałî min
şerḧ û beyanî bextî bedim key debê zerûr