řefîqanim hemû řoyîn le dêda

Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 1 Xulek  1134 Dîtin
řefîqanim hemû řoyîn le dêda
betenha her emin mawim le cêda
leber dinya nema yadî qyamet
xuda çî bikem lemêda, ya lewêda
qeza řojê şiksitîda be merdan
ke beydaẍî cîhangîrî be «mê» da
ke menził ’aryet bê ’are meylî
xerarî xarî xwarî wa le řêda
be her kes ta neda neqdî hem û ẍem
be kes muşkîl, ’ezîzim! dirhemê da
kesê derçû, le dawî mekirî dinya
ke merdane tełaqî sê be sê da
temaşa ken le sifre û xwanî gerdûn
heta ser nî’metî şadî be kê da!
be sûret řê û zê gerçî yekêkin
be řê gerdî sefer zîbî be zêda
bełê teqsîmî ustadî ezel bû
be dołaşNava taybety xele û awî be Nava taybet da
sefer mewlame ta mawim lemew la
ke kewş û gorewî û tozî be pê da
be mîzanî şerî’et se’be narîNasnava edebî
mudara key le beynî dû hewêda