tûtîy diłim ke şîwen û firyad û řo eka
Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
1 Xulek
873 Dîtin
tûtîy diłim ke şîwen û firyad û řo eka
fîkir û xeyałî qendî beyanatî to eka
bo îtîḧadî îsim û dewłetî cîsimit lenêwî dił
ceyḧûnî dîde ’arz û řû şustuşo eka
nûkî mujem le me’denî me’mûrî çawekem
bo toye dîde le’il û guher, gird û ko eka
řoḧim be yadî řojî wîsalit be her şewê
seyrî qisurî dayrekey heşt û no eka
wek ’endelîbî baxî îrem dił be her wereq
xunçey kelamî baẍî lebit cistuco eka
şeq bû memî be damenî memdûḧ û ’eksî «dû»
xetme le nawî yawerî min giftugo eka
narîNasnava edebî le şewqî lebî toye lem deme
şoxî be qend û yarî be tozî gezo eka