ya miḧemed min zelîlî destî şeytanim dexîl

Li pirtûka:
Dîwanî Mezɫûm
Berhema:
Mezɫûm (1916-1955)
 1 Xulek  443 Dîtin
ya miḧemed min zelîlî destî şeytanim dexîl
şermezar û řûsyah û ẍerqî ’îsyanim dexîl
diłřeş û bêta’et û şermendeyî qapyeketim
bêkesim, derbe derim, ḧebis û zîndanim dexîl
ẍeyrî lutifit min penah û piştîwanim xo nîye
yek nezer ke, carbecarê merdî meydanim dexîl
mezre’ey teqwaw ta’et, wişk û bê awe tewaw
îltîmas çare, ey hewrî řeḧmê dexîl
bê delîl û kwêrî řêgem, bê qayd û dest wi’esa
serkiz û dił ḧezînî řojî mîzanim dexîl
toy şefî’î muznibîn û min zelîlî dergaketim
bigre destim musteḧeqî qe’rî nîranim dexîl
řeḧmî toye min umêdim, ey řeḧmeten lil’alemîn
minî mezłûmNasnava edebî dił ḧezînim des be damanim dexîl