qełem qurbanî nûkî xamet bim

pêẍember
Li pirtûka:
Dîwanî Mezɫûm
Berhema:
Mezɫûm (1916-1955)
 1 Xulek  738 Dîtin
qełem, qurbanî, nûkî xamet bim
dîsan be fîday setrî namet bim
binûse medḧî şay xeyrulbeşer
ye’nî miḧemed şefî’î meḧşer
bihêne teḧrîr sełat û selam
bo xoy û ehil û esḧabî kîram
şewu û řoj da’îm sełat û selam
binûse ne’tî şay xîrul’enam
leber to kirdim dinya û mafîha
beřu beḧru aw, hem bad û hewa
tom kird be şafî’ řojî qyamet
şefa’et bikeyt xoş be le umet
bo mu’cîzey ew berdî bê gyan:
hênaye guftar her wekû însan
ew mustefaye dostî xwaye
leber ew dinyaş hatote kaye
le řojî ḧisab, saḧêb gunahan
ekeyt şefa’et le řojî dîwan
’asî û xetabar le ummetî to
ebexşê leber coşewîstî to
xuda be cahî şay boraq swar
xoşbe le cewrî mezłûmNasnava edebî y hejar