kiçe kurdêkim zerîf û huşyar

Li pirtûka:
Dîwanî Mezɫûm
Berhema:
Mezɫûm (1916-1955)
 1 Xulek  428 Dîtin
kiçe kurdêkim zerîf û huşyar
bo kizî hozim, diłsoz û ẍemxiwar
bo jînî kurdî gîrwedey hejar
dinyam lêbote şewî tîrew tar
aramim nîye nagirim qerar
tawê le daxî kurdî becê maw
demê le ḧesret lawanî şêwaw
bo ḧałî jînî tałî wek zûxaw
azarî qebirim hatote berçaw
dił meynet bare derûn piř cexar
ḧeyfe ke kiç û be kiç nasrawim
le tan û poy kuř cyawaz kirawim
bo xizmetkirdin bêbeş kirawim
ser danêm le řêy qewmî fewtawim
neqdî canîşim bikem fîdakar
ewey, ke kuru genc û bekare
bo xizmetkirdin desełatdare
bo şiksitênê wa giriftare
xizmetî hozî lela bêgare
demî bestirawe nayete guftar
koşşî xełkî leber çawane
ezanî hewłyan ke bê samane
leseryan nîye destî bêgane
boye wiłatyan ełêy cînane
wenewzî ẍefłet nada le řûy kar
tikaye biray law, çak û cwan
qołî lêhełken wa bêne meydan
be dił têkoşin, aza bêwwiçan
bełkû biçîne řîzî mîlletan
serbexo bijîn nebîn destewxiwar