řûm le toye gwê řagre bot beyan kem maceray dił

Li pirtûka:
Dîwanî Mezɫûm
Berhema:
Mezɫûm (1916-1955)
 1 Xulek  526 Dîtin
řûm le toye, gwê řagre, bot beyan kem maceray dił
herçî ełêm ’aciz mebe, ba daxî xom nebeme gił
agirt têçê cîhan, řebbî gerdinit şike bo kirdewet
toy menbe’î fîsq û fîsad, toy aletî zułim û qetił
şaxî berizit debê derbê be dem sizaw negbetewe
text û bebxitit seringun bê, ta qyamet bibî xeceł
min be heder lomet ekem, be bê sude te’ne edem
herçî bikey ’eyb nîye, bakit nîye le te’ney gel
bê usułe îşu karit, bê metłebe gîr û darit
be ker edey tewqey zêřîn, le seg ekey ḧîley ẍezel
wekû şeytan to le řêge der’ekey mindałî xełqî
nanî bawkî xoy nedîwe, dinyat daye xezne le gel
wekû tasî ḧemam ḧemam wayte, wefat bo kes nîye ta ser
tałbanit be daẍ emirin munkîranit ’edûn be dił
ẍeyrî mezłûmNasnava edebî hemû ’alem bo wesłî to xiroşawe
be des sîḧir û cadwî towe bîryan çwewe derdî ecel