selaḧedînî eywibî leqeb

Li pirtûka:
Dîwanî Mezɫûm
Berhema:
Mezɫûm (1916-1955)
 1 Xulek  629 Dîtin
selaḧedînî eywibî leqeb
îftîxarmane ey kurdî ḧeseb
sułtane emřo qehremanî kurd
ye’nî şêx meḧmûd ḧisênî neseb
yekser têkoşin biray hawizban
le bo îtîḧad be řoj û be şeb
kurde dexîle şêrane destûr
bo def’î cehil ’îlim ken tełeb
kasey me’rîfet piřu lêwan len
hemû bînoşin yekser lebaleb
serbestî û cesûr îrsî xomane
boman becêma le ecdad û eb
em îrsey kurde ba nedeyn be kes
nebê be mayey xefet û ẍezeb
îltîmas eka mezłûmNasnava edebî y feqîr
em nesîḧete fêr bin le mekteb