bîstûme kurd cejnî bû sałan
Li pirtûka:
Dîwanî Mezɫûm
Berhema:
Mezɫûm (1916-1955)
1 Xulek
550 Dîtin
bîstûme kurd cejnî bû sałan
le ḧemdî xwawe emsał bû be duwan
le newrozda bû dewłet bo kurdistan
firyay hejar kewt, wek merdî meydan
bûne sebebî jînî hejaran
ey zatî gewrey em ḧikumete
du’a goyîtan boman firsete
çunke koşşitan jînî mîllete
hewł û teqelay ḧub û ḧurmete
da’îm du’a gom be dił û be gyan
beratî fermû dewłet be hejar
bo geday ladê û hejaranî şar
genim û coy zor da be ferdew be bar
cejnaney cejnî newrozî behar
bijî ḧikumet, bimênê boman
hîmmetî toye zor be asanî
hejarî derkird le çing giranî
wîstî ke mîllet xoşî jyanî
boye genim û coy zorî bo hanî
paye biłind bê ta axir zeman