amrî muşifq gewrey mîhreban

Li pirtûka:
Dîwanî Mezɫûm
Berhema:
Mezɫûm (1916-1955)
 1 Xulek  558 Dîtin
amrî muşifq gewrey mîhreban
paşazay meşhûr, emîrî kurdan
ger mediḧit bikem îsmî kerîmit
piştî sexayî ḧatemit şikan
îdare û ’edilit bote nimûne
le řûy dinyada wek newşîrewan
mîllet perwerît zor bêşumare
çawî îḧsanit ebînin hemuwan
yezdan dawyetî be min ferzendê
’umrî geyîwe be sêwçiwar mangan
bextî bê řizqe îqbałî şume
daykî bê şêre, tîflî besezman
be çend meynet û kwêrewerî
perwerdey ekeyn be şekir û řazyan
eme çend řoje şekirî nemawe
girye û fuẍanî egate asman
ca bo îdarey em bêgunahe
îltîca ekem le ’edalettan
emir bifermûn şekirî bidrêtê
takû bêçare nemrê le birsan