peyamî win bû

Li pirtûka:
Tirîfey Heɫbest
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  1143 Dîtin
jyan: hêşta kirç û kał bû
zimanî eygirt û lał bû.
gerdûn: temenî minał bû.
xor: taze çawî epşikût.
mirov: taze bîrî ebzût
pêẍemberanî xwa nardû
jimareyan êcgar kem bû.
asman û estêre û derya
çya û dirext û gijugya
taze ebûn û exułqan
be siruştewe elkan.
zemîn hêşta
haław le leşî heł’esta!
ke - awêsta -
le asoy bîrî zerdeşta
bo kurd hełhat.
ke peyamî ahuramizda
le lûtkewe bangî hełda
bo gişt dinya
bû be awat!.
***
ta kurd xawen awêsta bû
xorîşî lejêr desta bû.
hetakû çiray awêsta
da’egîrsa
berçawî bîrman řûnak bû
serçawey derûnman pak bû
bełam ke awêsta, bira,
dizra û gořdira
be nînokî řiq û kîne
wişey pîrozî lê řinra
morî bêganey pyanra
řûnakîman kewte kizîy
berbûynewe berew nizmî
ke le destiman çû awêsta
dem û dił û bîrman bestira
lewsakewe heta êsta!.