ḧacî lelatan qedir û qîmet pare bê

sizay kabrayekî birsî
Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 1 Xulek  680 Dîtin
ḧacî - - -Teksta ne aşkira lelatan qedir û qîmet pare bê
pêş ewey têr lêy bixoy yaxwa cigertan pare bê
tûşî derdê bî le endamit ceraḧet bête xwar
dwazde aşgêřî lê derçê wekû awbare bê
mame ḧacî pare berzî kirdiwe serdarî ewê
qed nebî serdar nesîbî tûşî em serdare bê
cejnî yeksałey becêhênanî bezmî kakeyî
takû mawe xoy û ehlî tûşî em bazaře bê
paşî fewtî ḧezretî ḧacî le qebir û qyameta
zor emelme hemnişînî dêwêkî petyare bê
têr nexoy lew pareye ḧacî le xwa dawa ekem
dest û pêt besrawî kot û gerdinit sêdare bê
xot be çawî xot bibînî bem zwane ḧacî gyan
mał û mindałit nesîbî şwênekey ew xware bê