birîndarim be şimşêrî biroy şoxêkî nazdarê
pênc xiştekî leser ẍezelêkî kurdî
Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
2 Xulek
679 Dîtin
birîndarim be şimşêrî biroy şoxêkî nazdarê
çi nazdarêkî ẍeddarê xudaya berdî lê barê
nebû lem ’esreda firyakewê yarî wefadarê
«eman mirdim ’îlacê sa leřêy pêẍembera çarê
wîsał ya qetił ya teskîn le her sê bom biken karê»
le kûrey narî hîcrana bimênim her weha ta key
le dunyada nebû řojê be diłxoşî bikem oxey
giřim têber buwe sînem enałênê bewêney ney
«weha sûtawim esła tabî feryadim nema sadey
řefêqan nîwesûtin êwe namerd ’erze hawarê»
diła çendim nesḧet kirdî bes xot tûş û řîswa ke
eger sed sał leser yek çaweřwanî bî çi derbake
bibîne çîm beserhatwe ledes em çerxî eflake
«lejêr barî ẍema wa şanî sebirim řêşe êstake
fîraqî yar li ber axirşeřî lêm bote serbarê»
le dewrî çerxî gerdûn û le dest e’małekey dûnî
le ḧesret dûrî řûy leyla letawî derdî mecnûnî
be zincîrî cefa pêçrawe qabîl nabê berbûnî
«le kuncî sîne dengî ay û way dił dê be meḧzûnî
wêran bê nemdî satê lêy neyê nałey birîndarê»
cigersozêkî wek to bem zuwane bo hewałit dêt
le řêgey hatuçoda wa dyare çaweřwanit bêt
diłe ḧałî bike çake bizanê takû şwên û cêt
«seba yaranî meclîs ger hewałî min epirsin lêt
biłê kêşaye meyxane dû çawî bêçwe’eyyarê»
birader wa mebîne ẍunçeyî şî’irim berew zerdî
were dîwanekem bîne eger zanayekî wirdî
gelê şêwey be cwantir dê le eş’arî ebî werdîNava taybet
«duř û yaqût ebarê lem kelame şîrney kurdîNasnava edebî
dirêẍa kwa le dunyada qedirzan û xirîdarê»