ey řefêqan hîmmetê bo derdî sînem merhemê

Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 1 Xulek  540 Dîtin
ey řefêqan hîmmetê bo derdî sînem merhemê
takû key tenha le kuncî ḧesreta bim hemdemê
ey fełek takey bimênim wêłî seḧra û çoł û herd
wek welî dêwane ’aşiq bim be řuxsarî şemê
axrî bo kwê biřom çî bikem le destî ceyşî ẍem
her şewêkim çerxî gerdûn bom bibarênê ẍemê
şarî sîne da’îmen aşûbî ẍem daygirtuwe
nemdî xoşî lem xerababade ẍeyrî matemê
qudretê bo def’î dêwî ẍem leser mułkî wicûd
bo xwa ey asefî mułkî suleyman xatemê
takû key wêran bê mułkî dił bedest pûrî peşeng
bo şiksitî penceyî em załme kwa řostemê
kwa zemanî tafî cwanîm qudretî pencey huner
axrî bem pîrîye kewtûme dawî perçemê
tuşne leb bo çî bimênim îltîcam hênaye ber
babî ’edilit ey şifî’ alimzinbînErebîm zemzemê