ah ledes cewrî fełek ey way le çerxî çenberî
Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
1 Xulek
514 Dîtin
ah ledes cewrî fełek ey way le çerxî çenberî
dad le zułmî bêşumarî wey le ḧukmî berberî
bark alilhErebî ey felek mîzanî ’edilit wa debê
ehlî danş tiḧit alaqdamErebî û leser ser serserî
ba serewjûr bê ebê řojê serewjêrit bika
nek hemû kes lêy bizanê îddi’ayî serwerî
taqî kîsra bo meqamî şahî ’edle û êstekeyş
mar û mêrû cênşînî şwênî mîlletperwerî
ba meqamit ser bikêşête feza û cewwî sema
ya biłinditir bê le burcî mah û zuhre û muşterî
ya le kuncî xełweta xełwetnuşîn bê řoj û şew
bo keramet ba bigeyne řutbeyî peyẍemberî
yek be yek ferq nakirê řoj û zemanî xoy ke hat
ger gedayî ber derî, yaxo şehenşay xawerî
axrî destî ecel edřê girîbanî jyan
jêrî ew xaket exa îmřo beserya têpeřî
boç îtir meẍrûr ebî de’yey felatûnNava taybet lê edey?
axrî karit esîrî jêrî dû gez çadrî