yar û desberdarî lêy karêkî xeylê muşkîle

Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 1 Xulek  530 Dîtin
yar û desberdarî lêy karêkî xeylê muşkîle
ey birader ta bifermûy wez’î wa’îz batîle
ger qisûrêkim bibê nabê ’îtabim lê bikey
çunkî qurban pyawî ’aşiq ’eqił û hoşî za’île
řût û birsî çon bidem pence le pencey ’eşqewe
’eşqibazî û muflîsî wełłahî semmî qatîle
çon qebuł bikirê eday feřzim le dîwanî xuda
muddetê ’umirim nebû nwêjê bikem bê ẍa’île
xaneyî sebirim nema ḧacet îtir binken biken
bo řûxanî dîwarî ’umrî min leser la ma’île
mahî řojû řojû ger bişkê gunahî min nîye
řo’yetî qewsî hîlalî toye řojû şew batîle
ger negeyme babî e’la û tewequf sedre bî
bałî taqetme le enwarî tecellî ’atîle
řojî qyamet gerdenit bigirim le dîwanî xuda
lêt bisênê dadî em bêçare řûtey sa’île
wa hemû řoyîn û girtyan yek be yek řêgey sefer
hake des pêkeyn min û toyş dwa be dway qafle