sed le sed beḧsî şewî hîcran bikem hêşta keme
Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
1 Xulek
654 Dîtin
sed le sed beḧsî şewî hîcran bikem hêşta keme
çî biłêm bexwa serapa giştî her derd û ẍeme
řoj heta êware, êware ta wextî seḧer
bîst û çwar sa’et le xaney sîne şîn û mateme
ah bizanî bo çî dił exulêtewe bê hoş û řa
pêçrawî pêçî pêç û pêçî peçe û perçeme
ḧełqe ḧełqe marî zułfanî ke ałaye milim
’eynî řakêşanî kamos û kemendî řosteme
bo çî men’î min ekey ya şêx gunahe kořî ’eşq
em gunahe pêş hemû ’alem le estoy ademe
ger le nez’a çawekem çawî be çawanî kewê
řenge zîndû bibmewe baweř bifermûn ew deme
sikkey řûy diłbere xulyayî xistote serim
xełqî lay waye ke ’urfîNasnava edebî şêtî pare û derheme